IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî sipasiya hêzên ewlehiyê yên Iraqê kir

Serokwezîrê Iraqê bi peyamekê sipasiya hêzên çekdar, ewlehî, istixbaratî û saziyên cûrbicûr ji bo dabînkirina ewlehiya ziyaretkirên Erbeîna Îmam Husêyn (S) kir.

Li gorî rapora Al Alamê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja Îniyê li vê peyamê serketina planên ewlehiyê wek belgeyeka zêrrîn da zanîn ku li serketina li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê û azadkirina navçeyên dagirbûyî tê zêdekirin.

Ebadî her wiha ji sozdariya ziyaretkiran bo berçavgirtina rêkûpêkîyê û hevkariya wan û desteyên husêynî (S) digel rêxistinên ewlehiyê yên Iraqê û ji parêzgariya Kerbelayê û sergêrtiyên tirbên pîroz ji bo xizmetgihaniya bo ziyaretkiran sipasî kir.

Wezîrê karên hundir ê Iraqê, Qasim Eirecî jî roja Îniyê li Kerbelayê got: “Plana taybet ku ji bo dabînkirina ewelhiya ziyaretkirên Erbeînê cih hatibû, bi awayekî serketî bi dawî bû“.

Zêde ji 36 hezar kes ji hêzên ewlehiyê, artêş. polîsû  hêzên Heşdê Şeibî yên Iraqê tenê li parêzgeha Kerbelayê beşdarî dabînkirina ewlehiya merasima Erbeîna îsal kirn.

Meşa Girseyî ya çilema şehîdbûna îmam Husyên (S) nasyar bi Erebeînê di sala îsal da heta niha tu babeteka ewlehiyê tunebûye; Lê rayedarên ewlehiyê yên Iraqê qala peydakirin û pûçkirina du bernameyên êrîşa têrorîstî li ser ziyaretkiran kirin.

Başa dön tuşu