Serokê Dewleta Filipînê Rodrigo Duterte çawa hat ser desthilatê, li ser navê têkoşîna li dijî madeyên hişber, şerekî giran li dijî mirovên wî karî dikin da destpêkirin û di sê mehan 3700 kes hatin kuştin.
Hikûmeta Filipînê bîlançoya giran a şerê Serokê Dewleta Filipînê Rodrigo Duterte li dijî bazirganên û bikarhênerên madeyên hişber ragihand. Hikûmetê diyar kir ku ew di têkoşîna sê mehan de serkeftî bûn û piştî fermana Duterte dabû polîsan ku lêxin, heta niha 3700 kes hatine kuştin.
Ji aliyê din ve, rexne li polîtîkaya serokê Filipînê tên girtin û tê gotin ku bi qanûnên welatî re û mafên mirovan re nakok in. Herwiha birêveberiya Duterte tê şibandin bi ya Hitlerî û Berdevkê Serokatiya Dewletê Ernesto Abella ragihand ku qonaxa yekem a têkoşîna li dijî madeyên hişber serkeftî bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)