İslami Davet Kurdi Bange İslami

Serokê Dîwana Ewqafa Ehlê Sune ya Iraqê siyasetên bidijminatî yên Emerîkayê li dijî Îranê rexne kirin

Serokê Dîwana Ewqafa Ehlê Sune ya Iraqê Şêx Ebdulletîf El-Hemîm îro di gotûbêja bi IRNA`yê re bal kişand  ser berxwedana  azadeyên cîhanê li hember destdirêjiyên Emerîkayê û got: Li hember siyasetên  detsdirêjkirne yên Emerîkayê li dijî welatên erebî û Îslamî, ne tenê Iraq belkî hemî umeta Îslamî divê rawestin.

 El-Hemîm alûgurên Rojhilata navîn û cîhana Îslamê projeyeka emerîkî-siyonîstî bi nav kir û got: Armanca Waşengtonê bêbandorkirina  aktorên cîhana  Îslamê û dûrkirina  van  li navçê ji muadile û hevsengiya qawetê li hember Rejîam dagirkirê Îsraîlê ye.

Serokê Dîwana Ewqafa Ehlê Sune ya Iraqê kiryarên bi dijminatî yên Emerîkayê li dijî Îranê mehne û pînekirina cihanîna  hin sinaryoyan li navçê da zanîn û destnîşan kir: Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bi dû têkbirina  navça Rojhilata  Navîn û jinavbirina  howiyeta wê û xistina navçê li qopiya xwînê ye.

Exit mobile version