CîhanEwropaNûçe

Serokê FARCê bû endamê serokomariyê

Hêzên Çekdar yên Şoreşegerê Kolombiyayê (FARC) ku di mehên borî de bi temamî dest ji çekan berdabûn û partiyeke siyasî avakiribû. Partiyê diyarkir ku fermandarê wan yê kevn ê herî payebilind Rodrigo Londono yê ku bi navê Tîmochenko tê zanîn di hilbijartinên ku dê di 27ê Gulana 2018an de li darbikevin de, dê bibe endamê serokomariyê.

Herwiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku fermandarên kevn yên rêxistinê yên wekî Îvan Marquez, Pablo Catatumbo, Carlos Antonîo Lozada û Vîctorîa Sandîno jî dê di nav endamên senatoyê de cî bigrin. Li gor peyman ku sala borî bi hikûmetê re hatibû îmzekirin, heya sala 2026an dê FARC di kongreyê de, bêyî encamên hilbijartinan dê xwedî 10 kursiyan bûya. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu