EfrîqaEwropaNûçe

Serokê Filîpînê cara duyemîn xeber ji Obama re gotin

Serokê Dewleta Filîpînê Rodrîgo Duterte ji bo hinek peymanên bazirganî îmze bike serdana Çînê kir. Duterte Li Çînê di axaftina xwe de ragihand ku di şirîkatiya me ya bi Amerîkayê de heta niha tu qezenç li me nebûye û ji bo Serokê Amerîkayê Barak Obama dîsa peyva ‘kurê qahbê’ bi kar anî.

Dewleta Filîpînê li herêmê demeke dirêj li gorî polîtîkayên Amerîkayê tevdigeriya û Çîn ji xwe re wekî reqîb didît. Lê piştî hilbijartina meha hezîranê Rodrîgo Duterte bû serokê nû yê Filîpînê û politikaya dewletê ya hevkariya bi Amerîkayê re bi dawî anî û ji bo hevkariyeke nû berê xwe da Çînê.

Duterte li Pekînê di xîtaba hemwelatiyên filîpînî de got: “Ez careke din hew diçin Amerîkayê, ji ber ku dizanim li wir ez rastî heqaretê têm. Ma heta niha hevkariya Amerîkayê çi bi me da qezençkirin. Lê Çînê heta niha bostek axa me jî dagir nekiriye.

Serokê Filîpînê di dawiya axaftina xwe de got: “Hebûna w eli welatê me tenê fêde da we. Naxwe divê em xatir ji we bixwazin.” Duterte, dema behsa Serokê Amerîkayê Barak Obama kir peyva ‘ew kurê kahbê’ bi kar anî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu