CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamên cuda bo serokên welatên cîhanê, jidêbûna pîroz û şahî destpêbûna sala 2017`an li wan pîroz kir.

Hesen Rûhanî serokomarê Îranê li van peyaman ku roja şemiyê hatin şandin, hêvî kir ku di sala teze hemî gel cîhaneke seranser ewleh û aram bibînin.

Rûhanî got: Ez hêvî dikim ku li bereberê sala teze û li bin siya talîmatên ron û vejîner ên pêxemberên Xwedê ku hokara bingehîn û amadekirên rewşê ji bo gotûbêjên şaristaniyetan û têgihîştina nav gelan e, derd û rencên mirovên ku ji ber zilm, fesadî û têrorîsmê rencê dikişînin, bi dawî were.

Serokomarê Îranê li van peyaman ji bo hemî dewletan serketin û ji bo gelan hêviya bextewariyê kiriye.

Rûhanî her wiha li peyama xwe bo Pop Fransîs rêberê katolîkên cîhanê tevî pîrozkirina jidêbûna hezretê Îsa Mesîh (S) û destpêbûna sala 2017`an hêvî kir ku ev sal sala manewiyet, pêşketin,hevduhemilandin û serfiraziyê ji bo hemî merivan, hevrê digel aştî û dadweriyê li cîhanê be.

Êvara şemiyê, 24`ê Kanûna 2016`an, şeva jidêbûna pîroz û bimbarek a Hezretê Îsa Mesîh (S) bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu