ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Komara Islamî ya Îranê êrişa têrorîstî ya li Misrê şermezar kir

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê li peyamekê bi rêka Tiwîtêrê tevî şermezarkirina cinayeta têrorîstan a êrişa ser nimêjkeran li devera Sîna ya Misrê, ji alîyê gelê Îranê ve sersaxî da gelê Misrê û malbatên gorîyên vê êrişê.

Di encama teqîna bombeyê û gullereşandina ser pişkdarên nimêja înîyê li parêzgeha Sîna li bakûra Misrê de herîkêm 235 kes hatin kuştinê û 150 kes jî birîndar bûn. Heta niha tu komekê berpirsîya vê êrişa têrorîstî nedaye ustîyê xe.

Berî vîya, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî û Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve û Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li peyamên cida êrişa têrorîtî ya li Misrê şermezar kiribûn.

Başa dön tuşu