Li gorî rapora IRNA, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro dema gihêşte bajarê Ûrmiyê navenda parêzgeha Azerbaycana Rojavayê hêvîdariya xwe diyar kir ku ev sefera bibe sedema xêrê û pêşketinê ji bo Azerbaycana Rojavayê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Li sefera Azerbaycana Rojavayê ji bilî axivtina di nav koma xelkê û şareza û kesayetiyên parêzgehê de, em ê hin rûniştinên taybet ji bo pêşxistina aborî ya Parêzgeha Azerbaycana Rojavayê bi rê xin û em ê xelkê derheq proje û planên pejirî ji aliyê dewletê jî agahdar bikin.
Li sefera Hesen Ruhanî ya Parêzgeha Azerbaycana Rojavayê, 341 proje digihêjin qonaxê behreweriyê.
Îmzakirina rêketinama 3 milyar dolarî tev beşa xusûsî bona çêkirina bajarokê silametî û saxlemiyê li devera Sîlwanaya Ûrmiyê projeke girîng û bi bandor e bona pêşxistina Parêzgeha Azerbaycana Rojavayê ku li sefera serokê Komara Îslamî ya Îranê cih tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)