Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li civîna ligel desteya wezîran herwiha got: Mînaka besicê li Libnan, Iraq, Sûrîye, Yemen, Efganistanê û hemî welatên islamî ku tûşî qeyranê bûne, bûye mînakek zef kêrhatî jibo sekinîna li hemberî xeterê û parastina welatê wan.
Hesen Rûhanî tevî rêzgiritna li Hefteya Besîcê pêkutî kir ku delweta Îranê piştgirîya ji Besîcê, hêzên çekdar û parastin û xurtkirina tifaqa netewî erka xwe dizane û di vê rîyê da ya ji dêstî were yê bike.
Serokê Komara Islamî ya Îranê Besîc bi wateya mnaka tifaqa netewî wesif kir û got ku bi saya seferberîya bi milyonan kesî tu welatek nawêre komployê li dijî gelê Îranê bike û heke şaşitîyê jî bikin yê bersiveke qahîm û vebirr ji gelê Îranê wergire.
25`ê Mijdarê salroja damezirandina Besîca Mustezefanê ye lewma 19 heta 25`ê Mijdarê li Îranê wekî Hefteya Besîcê hatîye binavkirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)