ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Komara Islamî ya Îranê: Rê û sîyaseta Amerîkayê li hemberî Îran, cîhana islamê û heta hevgirtîyên wê nikare were domandinê

Serokê Komara Islamî ya Îranê ragihand: Dewleta Îranê gotûbêjên baş bi welatên ewropî, Çîn, Ûrsêt û welatên cînar û welatên girîng ên Asyayê re pêk anîne û pirranîya wan ragihandin ku qanûna navxweyî ya Amerîkayê berçav nagirin.

Civîna serokomar, serokê meclisê û serokê dezgeha dadwerîya Îranê îro bi mêhwera “hilkolandina meseleyên herî girîng ên niha yên welêt ji wan meseleyên aborî û boykotên neqanûnî yên Amerîkayê“ hat lidarxistin.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê li dawîya vê civînê, li koma nûçegihahan bal kişand ser vê yekê ku pêvajoya danûstandina aborîyê ya Îranê bi welatên din re wek berê didome û ragihand: Rê û sîyaseta Amerîkayê li hemberî Îran, cîhana islamê û heta hevgirtîyên wê nikare were domandinê.

Rûhanî bal kişand ser xwenîşandanên gelanî li Londonê hevgavê seredana Donald Trump serokomarê Amerîkayê bo Ingilîsê û pêgirî kir: Sîyaseta hikimdarên Amerîkayê ne tenê li hemberî gelê Îranê belkî li hemberî gelên din û heta hevgirtîyên Waşîngtonê, şerûtane û neqanûnî ye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku boykotên Amerîkayê bi merema zordayîna ser gelê Îranê tên sepandinê, dîyar kir: Dewleta Waşîngtonê ji berê zêdetir di nav misilmanan û welatên li halê pêşketinê de ketîye ber nefretê û heta li nav Amerîkayê jî pêrgî pirsgirêkan bûye.

Rûhanî bal kişand ser vîya ku dewleta Amerîkayê li nav raya giştî ya cîhanê û di nava gelê Îranê de zêdetir ji ber tenê maye, pêgirî kir: Rêya berxwedan, plandarêjî û hevdengîya digel miletê Îranê û danuistandina bi dewletên dost, dê komployên dijminan pûç bike.

Başa dön tuşu