AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Komara Islamiya Îranê çû Pakistanê

Serokê Komara Islamiya Îranê li gorî gazîkirina fermî ya Mihemed Newazşerîf serokwezîrê Pakistanê ligel taximekê çû vî welatî.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomartiyê, Pervîz Ismayîlî alîkarê beşa ragihandinê ya nivîsgeha serokomarê Îranê li bara serdana durojî ya Hesen Rûhanî serokê Komara Islamiya Îranêbo Pakistanê got: Berfirekirina peywendiyên di navbera her du welatan da, nemaze hilkolandina pêşxistina hevkariyên aboriyê li rewşa piştî rakirina boykotên dijî Îranê ji mêhwerên herî girîng ên serdana Rûhanî ya Pakistanê ne.

Ismayîlî bal kişande serviya ku Pakistan welatê herî mezin û pirrnifûs ê misilmaê cînarê Îranê ye, got: Rawêjkariya li bara civîna serokên Saziya Hevkariya Islamî bi merema tifaqa zêdetir a welatên islamî ji mêhwerên din ên muzakireyên Rûhanî bi rayedarên pakistanî ra ye.

Li vê serdanê, Rûhanî û Newazşerîf yê serokatiya civîneke ticarî di navbera her du welatan da bikin û tacir û sermayedanerên her du welat jî yê hevdîtinê pêk bînin.

Biryar e ku li serdana Rûhanî ya Pakistanê, 2 têgiheştinamên hevkariya li warê xwarekên helal û têgiheştinamên odeyên bazirganiyê yên Îranê û federasyojna odeyên bazirganiya Pakistanê bên wajokirin.

Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve, Evdilriza Rehmanî-Fezlî, wezîrê karên hundur, Bîjen Zengene-Namdar, wezîrê niftê, Hemîd Çîtçiyan, wezîrê av û ceryanê û Seyîd Hesen Qazîzade-Haşimî wezîrê tunduristiya Îranê ji wan wezîran in ku ligel Rûhanî çûn Pakistanê.

Her wiha 45 çalakên aboriyê li warên pêşe, meiden, cotkarî û xwarekê ligel Rûhanî çûne Pakistanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu