ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclîs Îranê û serokê parlemana Iraqê li bara alugurên vî welatî û meselên navçê gotûbêj kirin

Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclîs Îranê û serokê parlemana Iraqê li bara alugurên vî welatî û meselên navçê gotûbêj kirin.

Elaedîn Birucerdî serokê komîsyona  ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya  meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê tev Selîm Cibûrî serokê parlemana Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara  berfirehkirina  peywendiyên dualî û hevkariyên  parlemanî gotûbêj kir.

Li vê hevdîtinê, Elaedîn Birûcerdî û Selîm Cibûrî li bara  pirsgirêkên Iraq, rawestana li ber terorîzmê û pêşeroja Iraqê piştî serketina li hember grûpa terorîstî ya  DAIŞê û her wiha  rewşa navçê bitaybet alugurên  Sûriyê şêwirîn.

Birûcerdî her wiha  li vê hevdîtinê vexwendinama  serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê jibo beşdariya li civîna navneteweyî ya Filistînê li Têhranê, raberî serokê parlemana Iraqê kir.

Taxima  parlemanî ya Îranê jibo beşdariya li civîna gotûbêja  Bexdayê û pêşeroja  Iraqê piştî DAIŞê sefera Bexdayê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu