Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclîs Îranê û serokê parlemana Iraqê li bara alugurên vî welatî û meselên navçê gotûbêj kirin.
Elaedîn Birucerdî serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê tev Selîm Cibûrî serokê parlemana Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara berfirehkirina peywendiyên dualî û hevkariyên parlemanî gotûbêj kir.
Li vê hevdîtinê, Elaedîn Birûcerdî û Selîm Cibûrî li bara pirsgirêkên Iraq, rawestana li ber terorîzmê û pêşeroja Iraqê piştî serketina li hember grûpa terorîstî ya DAIŞê û her wiha rewşa navçê bitaybet alugurên Sûriyê şêwirîn.
Birûcerdî her wiha li vê hevdîtinê vexwendinama serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê jibo beşdariya li civîna navneteweyî ya Filistînê li Têhranê, raberî serokê parlemana Iraqê kir.
Taxima parlemanî ya Îranê jibo beşdariya li civîna gotûbêja Bexdayê û pêşeroja Iraqê piştî DAIŞê sefera Bexdayê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)