Elaedîn Brucerdî serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li gotûbêja tev ajansa nûçeyan a meclisê tevî ravekirina gotûbêja vîdyokonferansa xwe tev Konstantîn Kosaçev, serokê komîta karûbarên navneteweyî ya Konseya Federasyona Rûsiyê, got: Mijara van muzakiran piştrastkirina prensîpên siyasetên her du welatan li warê piştgiriya ji dewleta Sûriyê bû.
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Emerîkayê piştî ku li Efxansitan û Iraqê işkest xawr; Bi saya şerê cîgirtiyê bi hezaran terorîstên çekdar perwerde kirin û şandine Sûriyê û ev qeyrana ser Sûriyê wek welatê ku pêşengê berxwedanê bû, hat sepandinê.
Wî bal kişand ser şaşitiya Emerîkayê û hevpeymanên wê li bara qeyrana Sûriyê û diyar kir: Tevna siyasî ya Sûriye naguhere û divê welatên dostê Sûriyê piştgiriyê bidine vê nijyarê.
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku têkçûna grûpa terorîst a DAIŞê tevî piştgiriyên Rejîma Siyonîstî eşkere bûye û pêgirî kir: Piştgiriya Îranê ji pêvajoya muzakirên siyasî, di pratîkê de bi hizûra Îran, Rûsiye û Tirkiyê li civîna Moskowayê destpê bû û Îran bi awayekî cidî ser vê bawerê ye ku qeyrana siyasî divê ji riya muzakirên siyasî va bê çareserkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)