ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê, dîyardeya şûm a têrorîsmê pirsgirêka herîgirîng a cehanê zanî

Elaedîn Birûcêrdî serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê duh danê êvarê li koma zanyar û bijareyên pakistanî û hejmarek sefîrên welatên bîyanî yên li Islamavaya paytexta Pakistanê got ku li gorî nêrîna Îranê gefa herîgirîng a ewlehîyê li hemberî navçê dîyardeya şûm a têrorîsmê ye.

Wî bal kişand ser vîya ku zêde ji 17 hezar welatî û berpirsên îranî bi destê têrorîstan hatin kuştinê û got: Ji ber hindê misteşarên îranî jibo têkoşîna dijî têrorîstan li Iraq û Sûrîyê ne û bi wê jî şanazîyê dike.

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê madeyên hişber xetera duyem a hevpar ser rêya Îran û Pakistanê zanî ku her du welat wek têrorîsmê ji ber wê êşê dikişînin.

Wî herwiha got: Îranê zêde ji 4 hezar hêzên xwe li têkoşîna dijî bandên mafîyayî yên madeyên hişber ji dest dane.

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişand ser hevdîtinên xwe ligel serokên meclis û rawêjkarê serokowezîrê Pakistanê li karên navnetewî mideha du rojên buhurî da û got: Di van civînan da peywendîyên ber bi pêş ên her du welatan hatin hilkolandin û berpirsên pilebilind ên Îran  ûPakistanê jibo berrfirekirina peywendîyên her du welatan hewl didin.

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê ligel taximeke meclisa şêwra islamî ya Îranê bi merema gotûbêja ligel rayedarên pakistanî têkildarî meseleyên dualî û navçeyî roja çarşemê giheşte bajarê Islamava paytexta Pakistanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu