Elaedîn Birûcêrdî serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê duh danê êvarê li koma zanyar û bijareyên pakistanî û hejmarek sefîrên welatên bîyanî yên li Islamavaya paytexta Pakistanê got ku li gorî nêrîna Îranê gefa herîgirîng a ewlehîyê li hemberî navçê dîyardeya şûm a têrorîsmê ye.
Wî bal kişand ser vîya ku zêde ji 17 hezar welatî û berpirsên îranî bi destê têrorîstan hatin kuştinê û got: Ji ber hindê misteşarên îranî jibo têkoşîna dijî têrorîstan li Iraq û Sûrîyê ne û bi wê jî şanazîyê dike.
Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê madeyên hişber xetera duyem a hevpar ser rêya Îran û Pakistanê zanî ku her du welat wek têrorîsmê ji ber wê êşê dikişînin.
Wî herwiha got: Îranê zêde ji 4 hezar hêzên xwe li têkoşîna dijî bandên mafîyayî yên madeyên hişber ji dest dane.
Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişand ser hevdîtinên xwe ligel serokên meclis û rawêjkarê serokowezîrê Pakistanê li karên navnetewî mideha du rojên buhurî da û got: Di van civînan da peywendîyên ber bi pêş ên her du welatan hatin hilkolandin û berpirsên pilebilind ên Îran ûPakistanê jibo berrfirekirina peywendîyên her du welatan hewl didin.
Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê ligel taximeke meclisa şêwra islamî ya Îranê bi merema gotûbêja ligel rayedarên pakistanî têkildarî meseleyên dualî û navçeyî roja çarşemê giheşte bajarê Islamava paytexta Pakistanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)