CîhanNûçe

Serokê Koreya Bakur ji bo Castro 3 roj şîn ragihand

Hat ragihandin ku Serokê Koreya Bakur ji bo Serokê Kubayê yê efsanewî Fidel Castro 3 roj şîna neteweyî îlan kiriye.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un piştî mirina Serokê Kubayê yê efsanewî Fidel Castro peyameke sersaxiyê parve kir.
Kim Jong-un di peyama xwe de ragihand ku fidel Castro dost û rêhevalê gelê Koreyê bû. Rêheval Fidel Castro Ruz, serokê Kubayê yê efsanewî û aktîvîstê serxwebûnhêz ê li hemberî emperyalîzmê. Te desthilatî û rûmeta gelê Kubayê parast û li nîvqada cihanê te yekemîn sîstema ku gel efendiye wê bûn ava kir.” Jong-un di dirêjiya peyama xwe de got: “Lehengiya Castro ya bêhempa wê hetanî ebed di dilê gelan de wê bijî. Her çiqas Castro miribe jî wê di dilê herdu gelên Kore û Kubayê de bijî.” Di vê navberê de hikûmeta Koreya Bakur ji bo mirina Serokê Kubayê Fidel Castro 3 roj şîna neteweyî ragihand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu