
Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ji bo Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump peyamek şand û tê de daxwaz kir, ku dawî bi siyasetên dijminkarane yên Washingtonê li hember Pyongyang bîne.
Medyaya Koreya Bakur peyameke serokê wî welatî Kim Jong-un belav kirin, ku ji bo Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump re nivîsandiye.
Di vê nameyê de ku ji 9 rûpelan pêk hatiye, Kim Jong-un daxwaz ji Donald Trump dike, ku dawî bi siyaseta alozî û kûrkirina nakokiyên navbera her du welatan bihîne.
Jong-un herwiha di vê nameyê de rexneyê tund li Serokê niha yê Amerîkayê Barack Obama girtiye, ji ber ku bi gotina wî, Obama bi aşkera daxwaza kiriye, ku “guvaşên ser Pyongyangê werin zêdekirin û hikûmet li Koreya Bakur were rûxandin.”
Ji ber bernameyên atomî û mûşekên balistîk ên Koreya Bakur, Amerîka dorpêçeke tund a aborî û bazirganî xistiye ser wî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)