EwropaNûçeRojhilatanavin

Serokê Macaristanê: “Em ê hêza polês û leşkeran li sînor zêde bikin.”

Serokê Dewleta Macaristanê Janos Lazer di forumekê de derbarê krîza penaberan de ragihand ku di serî de Almanya û Swêdê hinek welatên Ewropayê zêdetirî 30 hezar penaberên ku di sala 2015an de gihÎştine wir dîsa bi ser me de bişînin. Di van mehên pêşiya me de wê nîqaşên cidî li ser vê werin kirin.

Janos Lazer di axaftina xwe de got: “Bi taybetî di demsalên bihar û payîzê de guvaşa penaberan zêde dibe. Em penaberên ku bi rêyên qanûnî derbasî welat dibin qebûl nakin. Dibe di bihar û payîzê de hinek suprîz bibin lewma em ê hêza polês û leşkeran li sînor zêde bikin.”

Lazer di dirêjiya axaftina xwe de got: “Zêdetirî 30 hezar penaberên ku bi ser rêya Macaristanê derbasî Rojavayê Ewropayê bûne di serî de Almanya û Swêdê dixwazin dîsa wan paş ve bişînin. Di rojên pêş de ev ê bibe cihê nîqaşên mezin. Ev penaber ne li ser rêya Macaristanê li ser Yûnanistanê ve ketin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu