Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê berê xwe da Rûsiyê
Elî larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bo beşdariya li civîna komîsyona hevpar a parlemanî ya Îranê û Rûsiyê, roja çarşemiyê bi taximekê re berê xwe da Volgogiradê.
Li gorî rapora IRIB News`ê, hevdîtina dualî tev serokê Dûmaya Rûsiyê û lidarxistina civîna komîsyona hevpar a parlemanî bi beşdariya nûnerên dezgehên cihannînê yên Îran û Rûsiyê ji bernameyên Elî Larîcanî li sefera Volgogiradê ye.
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û taxima bi wî re sibê piştî nîvro ji Volgogiradê dê berê xwe bide Mînska paytexta Bilarûsê.
Elî Larîcanî,serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê beriya terikandina Têhranê li nava koma nûçegîhanan got: Dewletên Rûsiyê û Bilarûsê hevalê Îranê ne loma derfeta sefera bo van du welatana bo geşatiya peywedniyên dualî bi kar tînin.
Hejamrek ji alîkarên wezîrê karûbarên aboriyê û her wiha nûnerên meclisa Îranê li vê sefera çar rojî hevrêtiya Elî Larîcanî dikin.