ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê berê xwe da Rûsiyê

Elî larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bo beşdariya li civîna komîsyona hevpar a parlemanî ya Îranê û Rûsiyê, roja çarşemiyê bi taximekê re berê xwe da Volgogiradê.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, hevdîtina  dualî tev serokê Dûmaya Rûsiyê û lidarxistina  civîna komîsyona  hevpar a parlemanî bi beşdariya nûnerên  dezgehên  cihannînê yên Îran û Rûsiyê ji bernameyên  Elî Larîcanî li sefera  Volgogiradê ye.

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û taxima  bi wî re sibê piştî nîvro ji Volgogiradê dê berê xwe bide Mînska paytexta  Bilarûsê.

Elî Larîcanî,serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê beriya terikandina Têhranê li nava koma  nûçegîhanan got: Dewletên Rûsiyê û Bilarûsê hevalê Îranê ne loma derfeta sefera bo van du welatana  bo geşatiya peywedniyên  dualî bi kar tînin.

Hejamrek ji alîkarên  wezîrê karûbarên aboriyê û her wiha  nûnerên  meclisa Îranê li vê sefera çar rojî hevrêtiya Elî Larîcanî dikin.

Başa dön tuşu