CîhanEwropaNûçe

Li Îtalyayê qeza: 17 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bakurê Îtalyayê otobüsek ku ciwanên macar tê de bûn, li stûnên pirekê qelibî û agir pê ket. Di encama şewatê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ajansa îtalî ya ANSAyê, otobûsa ku ji Fransayê ber bi Budapeşteya paytextê Macarîstanê ve diçû, li bajarê Verona ya Îtalyayê li stûnê pirekê qelibî.

Di encama qezaya ku duh şevê qewimî de 17 kes di otobûsê de asê man û jiyana xwe ji dest da. Hat gotin ku di otobûsê de 55 kes habûn ku temenê wan di navbera 14 û 18an de bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu