ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê nivîsgeha siyasî ya Ruhanî li hemberî îmzabûna fermana dijî muhaciran a serokkomarê Amerîka got: Li dirêjiya dîrokê kes nekariye îraniyan biçûk bike

Hemîd Ebûtalibî serokê nivîsgeha siyasî ya Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li hemberî îmzabûna fermana dijî muhaciran a serokkomarê Amerîka li tora xwe ya civakî ya Toytirê nivîsî; Eva zêde ji 3 hezar sale ku gelê Îranê bi serbilindî jiyaye û serbilind mane.

Hemîd Ebûtalibî netewê Îranê nîşana nasname û dîroka Aryayî, mirovahiya islamî, azadîxwazî, serbilindî û mirovdostiyê daye zanîn û destnîşan kir; Gelê xwedan dîroke Îranê tu reftarekî fanatîk û tu reftarekî terorîstî qebûl nake û li hemberî van cure reftaran disekine.

Serokê nivîsgeha siyasî ya Ruhanî destnîşan kir; Gelê îranê bi zerdeştî bûn, mesîhî bûn û islamê şanaziyê dike û tu kes nikare nexş û rola erênî ya gelê îranê li dirêjiya dîrokê înkar bike.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê bi navê “Parastina gel li hemberî hatina têrorîstên biyanî bo Amerîkayê“ ku roja îniyê ji aliyê wî va hat wajokirin, dayîna vîzayê bo welatiyên welatên qaşo “Ziyanbar ji bo Amerîkayê“ bi qasî 90 rojan paşda hatiye avêtin.

Ev heyama demî li pêşnivîsa fermana 30 rojan berî viya bû. Ev ferman welatiyên herîkêm heft welatên Îran, Iraq, Sûriye, Yemen, Lîbî, Sûdan û Somaliyê digire ber xwe. Ev ferman her wiha bernameya wergirtina penaxwazan li Amerîkayê jî bi qasî 120 rojan paşda davêje û asta jorîn a wergirtina penaxwazan ji sedî 50`ê tînê xwarê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu