IraqNûçeRojhilatanavin

Serokê nû yê parlimana Iraqê bi Heyder Ebadî û Emmar Hekîm re civîya

Serokê nû yê parlimana Iraqê bi serokwezîr Heyder Ebadî û Seyîd Emmar Hekîm serokê Bereya Hikmeya Netewî re civîya.

Mohamed Al Halbusi serokê nû yê parlimana Iraqê îro berî ku here Besrê, digel her du alîkarên xwe çû nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî û di vê hevdîtinê de pêgirî li ser girîngîya parastina destkevtên netewî yên gelê Iraqê, serwerî û sermîyanên netewî û tifaqê kir.

Al Halbusi pêgirî kir ku parliman di dewra niha de, bala xwe dide ser bihêzkirina tifaqa netewî û jîyana bi hev re ya iraqîyanû hevkarîya digel desteya wezîran û hewildana ji bo dewama peywendîyên Iraqê digel welatên ereb, navçê û cîhanê di çarçova parastina ewlehî û istiqrara herêmê û berjewendîyên gelan.

Heyder Ebadî jî ji serokê nû yê parlimana Iraqê xwest ku ji bo lezandina pejirandina qanûnên ku di warê avedankirinê de ewlewîyet in, istiqrar û geşatîya welêt û dabînkirina daxwazên gelê Iraqê hewil bide.

Al Halbusi paşê çû nivîsgeha Bereya Hikmeya Netewî û digel Seyîd Emmar Hekîm hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Seyîd Emmar Hekîm serokê Bereya Hikmeya Netewî di vê hevdîtinê de pêgirî li ser pêwîstîya jordabirina asta karê parlimana Iraqê ji bo pejirandina qanûnên girîng û çalakirina komsîyonên parlimanê û dûrketina ji gêreyên sîyasî û berfirekirina hevkarîyên serokên her sê dezgehên birêvebirê welêt kir.

Başa dön tuşu