IraqNûçeRojhilatanavin

Serokê nû yê parlimana Iraqê hat bijartin

Di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de ku bi serokatîya Mihemed Zêynî parlimanterê herî bitemen hat lidarxistinê, Mihemed Helbûsî bi piraniya dengan wekî serokê nû yê Parlamentoya Iraqê hate hilbijartin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, di destpêka civîna îro ya meclisa Iraqê de 8 kean xwe wekî berbijarê serokatîya parlimanê dan nasandinê lê bere bere ji vê berbijarîyê vekişîyan. “Li gorî encamên dengdana nihênî ya îro ya li Parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî 169 deng, Xalid Ubêydî 89 deng û Mihemed Xalidî 4 deng bi dest xistin û li dawîyê Mihemed Helbûsî ku Fraksyona Al Fathê pişta wî digire bi piraniya dengan wekî serokê nû yê parlamentoyê hate hilbijartin.”

Mihemed Rêkan Helbûsî sala 1982ê li navçeya Germe ya parêzgeha Enbarê jidayik bûye.

Helbûsî di navbera salên 2014 û 2017ê de parlamenterê Fraksiyona Hel an ku çareserî ya Sunniyen bû, ku serokatiya vê fraksiyonê Cemal Kerbûlî dike.

Başa dön tuşu