CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê ofîsa Serokomariya Iranê Mehmûd Waizî: Trump 8 caran daxwaza hevdîtinê bi Ruhanî re kiriye

Serokê ofîsa Serokomariya Iranê Mehmûd Waizî ragehand ku, Serokê Amerikayê Donald Trump 8 caran daxwaza hevdîtinê ligel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî kiriye.

Di kongreyeke rojnamevanî de Serokê ofîsa Serokomariya Iranê Mehmûd Waizî ragehand ku, di sala 2017ê de di çarçoveya serdana Ruhanî bo beşdarîkirin di civînên komeleya giştî ya NY de Trump 8 caran daxwaza hevdîtinê bi Ruhanî re kiriye.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku, di heftiya borî de Trump ragehandibû ku, ew di wê baweriyê de ye di kêlîkekê de berpirsên Îranê dê pêwendiyê li gel bikin û daxwaza rêkeftinê bikin.

Ji aliyê xwe ve berdevkê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî ragehan ku, eger Amerîka bixwaze rêkeftinekê bi Îranê re bike dê neçar be pêwendiyê bike.

Başa dön tuşu