Serokê Meclisa Iraqê li civîna duh ragihand ku projeke neteweyî ji bo çareseriya krîz û pirsgirêkên vê demê û dabînkirina xwestekên gel wê were amadekirin.
Li gor Sky Newsê, Serokê Meclisa Iraqê Muhemed Helbûsî duh li civîna parlemanê ji dewletê xwest bi lez pêşnûmaya bûdceyê bişne parlemanê.
Wî got: Em li dijî şideta li hemberî neraziyan û xwenîşanderan in.
Em ê proje û plana neteweyî ji bo çareseriya krîz û pirsgirêkên vê demê û dabînkirina xwestekên gel aamade bikin. Ev proja wê dezgehên sêcurî yên birêvebirina karûbarên welêt, kesayetiyên akademîk, civakên olî û komên civakî bona çareseriya pirsgirêkan û hilkolandina xwestekên gel li dora hev dicivîne.
Nerizamendiyên xelkê Iraqê ji ber rewşa aborî û bêkariyê eva çend hefte ne ku li bajarên curbicur ên Iraqê berdewam dikin.