ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Amerîka derheq mafê mirovan derewan dike û sloganan dide

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî got: Dewleta Amerîkayê Mafê Mirovan wek slogan, darê destan û amûra zorê ya siyasî li dij welatên dijberê xwe bikar tîn.

Li gor nûçeya îro ya Klûpa Nûçegihanên Ciwan ya Îranê, Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî bal kişand ser îdiayên Koşka Sipî derheq Mafê Mirovan û got: Kiryara dewleta Amerîkayê derheq koçber û penaberan û cidakirina zarokan ji malbatên wan, kiryareke aşkera ya li dij mirovan e.

Qasimî herwiha kiryara Komîteya Mafê Mirovan a Rêxistina Yekgirtî ya Neteweyan û derketina Amerîkayê ji vê komîteyê rexne kir û got: Parek mezin ji bêserûberî û pirsgirêkên vê demê yên li çarçova mafê mirovan ji ber standardên ducurî û newekhev yên ku ev rêxistina derheq welatên cîhanê bikar tîne çavkaniyê digire  ku rola Amerîkayê li vê çarçovê de ber bi çav e û qet nayê înkarkirin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser derketina Amerîkayê ji peymanên navneteweyî yên wek Peymana Parîsê û Peymana Navokî û got: Kiryarên serokomarê Amerîkayê Donald Trump nîşan didin ku ev welata li ser ti peymanekê namîne û li dij peymanên navneteweyî ye û nîşan dide ku Dewleta Amerîkayê ji pêsparte û wezîfedariya xwe derheq peyman û sozên navneteweyî direve.

Başa dön tuşu