Hat ragihandin ku partiya Omurbek Tekebayev dê wî di hilbijartinên serokomariyê de wekî namzed nîşan bide. Partiyê kongre li dar xist û biryar da ku Tekebayev wekî namzede seokomariyê nîşan bide.
Biryara kongreyê bi tevlîbûna hemû delegeyan li Bîşkekê hat li dar xistin û ji çapameniyê re girtîbû. Biryara namzedîyê ji terefê parlamenter Almambet Şikmamatov ve li ser medya civakî hat parvekirin.
Almambet Şikmamatov di peyama xwe de got: “Partiya me kongreyeke awarte li dar xist û biryar da ku serokê avaker ê partiyê di 19ê Mijdarê de namzedê serokomariyê nîşanda.”
Li gorî zanyariyên berdest Tekebayev bi sûcdariya ‘bêrêtî û gendeliyê’ hatiye binçavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)