ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê: Şehîd serdar Silêmanî mînaka mirovahiyê ye

Serokê Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê şehîd serdar sipehbud Qasim Silêmanî wek Mînaka Mirovahiyê da zanîn û got: Ev serdarê mezin xwedan nirxên mezin ên îslamî bû.

Li gorî rapora IRNAyê, Falih Feyaz, Serokê Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê îro şemiyê di merasima yekemîn salvegera rêzgirtina li fermandarên şehîd serdar sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebû Mehdî Muhendis, Alîkarê Serokê Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê li parlimana vî welatî, got: Ev dub şehîdên mezin mêrin bûn ku li ser soza xwe ya dayî digel Xwedê, man.

Serokê Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê got: Welat hewcedarê van cûre mirovan e ku di riya armancên xwe da hazir in canê xwe ji dest bidin û ev du fermandarên şehîd wek qehreman tên hesab.

Feyaz derbarê Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê jî destnîşan kir, ev rêxistin ayîdî bereyeke dînî ya taybet nîne, belkî ayîdî hemî gelê Iraqê ye û Heşda Şeibî jibo bingehînkirina vê baweriyê dixebite.

Muhemed Helbûsî, Serokê Parlimana Iraqê jî di vê merasimê da tevî amajeya bi fedakariyên fermandarên Berxwedanê got: Dersa herî mezin a ku divê em ji van şehîdan fêr bibin, parastina serketinê ye.

Serdar sipehbud Qasim Silêmanî ku berbanga roja Îniyê (3ê Çileyê) li ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê çûbû vî welatî, hevrê digel Ebû Mehdî Muhendis û 8 kesên din di encama êrîşa asimanî ya hêzên destdirêjker û terorîst ên amerîkî li nêzikî balefirgeha Bexdaya Iraqê şehîd bû.

Başa dön tuşu