Serokê Rêxistina îstixbarata eskerî ya xayînê Yemenê hat kuştin
Çavkaniyên yemenî li bara kuştina serokê Rêxistina Îstixbarata dewleta Ebd Rebe Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê ji ber giranbûna birînan li encama êrişa mûşekî ya vê dawiyê ya hêzên gelanî yên Yemenê ser meqera El-Indê agahî dan.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Tesnîm News`ê, û ji zarê El-Mesîre, li gorî gotina van çavkaniyan, Muhemed Temah serokê Rêxistina Îstixbarata dewleta îstifakirî ya Yemenê li operasyona mûşekî ya vê dawiyê ya artêşa Yemenê ser meqera hewayî ya El-Indê bi tundî birîndar bibû ku nûça mirina wî îro hat raghandin.
Artêş û komîteyên gelan yên Yemenê siba pêncşemiyê cihê rijeya eskerî li meqera El-Indê li parêzgeha Lehecê li başûrê Yemneê dan ber êrişan ku li encama wê hejmareke zêde ji kirêgirtî û serkirdên wan hatin kuştin û birîndar bûn.