Balafira Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku ji bo tevlî Kongreya Enerjî ya Cihanê bibe û bi Serokomar Erdogan re hevdîtinê bike li balafirxaneya Stenbolê danî.
Balafira Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li balafirxaneya Stenbolê danî. Pûtîn, pêşî wê di Kongreya Enerjî ya Cihanê de gotarekê pêşkêş bike û paşî bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re wê hevdîtinekê pêk bîne. Li Balafirxaneya Ataturkê Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nurettin Canikli, Waliyê Stenbolê Vasif Şahin rêvebirên tirk û rûsî pêşwaziya Serokê Rûsyayê Pûtîn kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)