ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serokê saziya Dadweriyê ya Îranê gihîşte Bexdayê

Serokê saziya dadweriyê ya Îranê ligel taximekê ji bo hevdîtina tev rayedarên derecebilind ên Iraqê gihîşte Bexdayê.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Ayetullah Sadiq Amolî- Larîcanî serokê dezgeha dadweriyê ya Îranê îro anku şemiyê berî terikandina Têhranê got: Komara îslamî ya Îranê wekî welatê dost û bira li Iraqê dinêre û dixwaze ku Iraq welatekî serbixwe, bihêz, yekparçe li navçeyê be.

Ayetullah Sadiq Amolî- Larîcanî herviha got: Li sefera Iraqê dê çar têgihîştinnameyên girîng li warê mafên Mirovan, Danûstandinên dadweriyê, veguhortina zîndaniyan û vegerandina sûcdaran werin wajokirin.

Amolî- Larîcanî bi gotina viya ku sefera bo Iraqê li ser daxwaza fermî ya serokê konseya bilind a dadweriyê ya vî welatî pêk tê, got: Li sefera bo Iraqê wê digel rayedarên derecebilind ên vî welatî li bara peywendiyên duyalî û berfirehkirina peywendiyan li warê dadwerî û hiqûqî gotûbêj bê kirin.

Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê herviha bal kişande ser mijara şerê dijî têrorîsmê û got: Şerê dijî diyardeya têrorîsmê divê bi hevfikrî û danûstandina hemî welatan pêşda here.

Serokê saziya dadweriyê ya Îranê li vê sefera heftrojî, wê digel serokomar, serokwezîr, serokê konseya bilind a dadweriyê, ayetullah Sîstanî merceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê û Emar Hekîm serokê hevpeymaniya neteweyiya vî welatî hevdîtin û gotûbêj bike (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu