ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Saziya Hec û Ziyaretê: Erebistanê tu viyanek jibo wergirtina ziyaretkirên îranî tinebû

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Seîd Ohedî şeva buhurî li merasimekê li bajarê Kirmanê li başûra Îranê her wiha got: Yek ji hegerên sereke ku Erebistanê qebûl nekir îsal ziyaretkirên îranî jibo merasima Hecê wergire, meseleya karesata Minayê bû ji ber ku tenha welatê ku karî meytên pak ên şehîdên xwe li wê karesatê bizvirîne welêt, Komara Islamiya Îranê bû.

Ohedî her wiha got: Siûdî bi di viya bûn ku bêyî qebûlkirina daxwazeke Komara Islamiya Îranê peymaneke yekalî ser desteya îranî da bisepînin û bi propagandê xercê wernegirtina ziyaretkirên îranî bisepînin ser milê Komara Islamiya Îranê ku bi berxwedana desteya Saziya Hec û Ziyareta Îranê ev merema wan eyan bû.

Serokê Saziya Hec û Ziyaretê ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku siûdî bi dû reftara siyasî li ser mesela Hecê bûn û got: Siûdiyan li muzakireyan bêedebî kirin, heke siûdî li gorî propagandeya xwe, xwe mazûvanê Hecê dizanin û heke bi rastî baweriya heba ku Hec ji siyasetê cida ye, wê demê çi hegerek hebû ku van bêrêziyan li hemberî desteyeke fermî bikin.

Di encama karesata sala buhurî di roja Eyda Qurbanê 24`ê Îlona sala 2015`an li Minayê da, ji ber bê tivdîriya berpirsên sûdî, bi hezaran ziyaretkirî ji wan 464 ziyaretkirên îranî canê xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu