ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Sazîya Sîxorîyê ya Rêjîma Israîlê (MOSSAD) got: Îran armanca sereke ya Israîlê ye

Li gorî rapora rojnama Jerusalem Post`ê, Yûsî Kohên (Yossi Cohen) serokê MOSSAD`ê şeva buhurî li merasmekê ku Bênyamîn Netanyaho serokwezîrê vê rêjîmê jî têda pişkdar bû, got: Îranê hela jî armanca xwe ya bidestxistina şîyanên navokî yên berbiçav parastîye.

Serokê MOSSAD`ê herwiha idia kir: Îran birêvebirina hêzên opêrasyon û eskerî li Rojhilata Navînê didomîne û tu wexta evqasî nêzîkî sînorên Israîlê li Libnan û Sûrîyê nebibû.

Ev dew û dozên Kohên di halekî de ne ku ew têkildarî cihanîna bi hezaran opêrasyonên têrorîstî yên MOSSAD`ê li welatên curbicur mukur hat û got: MOSSAD her sal bi hezaran opêrasyonî li dar dixe ku hinek ji wan lihevalîyayî û li navenda welatên curbicur pêk tên.

Sazîya Sîxorîya Rêjîma Sîyonîst mideha 30 salên vê dawîyê herîkêm 16 rêvebirên filistînî û ereb û herwiha çend kesayetîyên girng li 11 welatan têror kirine.

Têrora zanyarên navokî yên Îranê û endazyarê pêşeya hewayî ya Tûnisê ji wan kiryarên MOSSAD`ê di çend salên dawîyê de ne.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu