CîhanEfrîqaNûçe

Serokê têkçûyî yê Gambiyayê karvekêşana xwe qebûl kir

Serokdewletê Gambiyayê Jahya Jammehê ku piştî têkçûna hilbijartinê nedixwest posta xwe radestî serokê hilbijartî Adama Barrow bike, qebûl kir ku ew dê terka welat bike.

Jammeh piştî têkçûna hilbijartinê li seranserê Gambiyayê rewşa awarte ragihandibû û nidixwest posta seroktiyê radestî serokê hilbijartî bike.Jammeh îdia dikir dê ragihandina rewşa awarte bo 90 rojan valahiya rêveberiyê û krîza siyasî beralî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu