NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokê Terorîstên Ceyşul Islamê Muhemed Elûş dizi kiriye

Serokê Ceyşul Islamê Muhemed Elûş piştî ku li himberî Artêşa Sûriyeyê di çend şeran têk çûbû îstîfa kiribû. Elûşî pêncşema borî ragihandibû ku dest ji pewyira xwe berdide.

Li gorî Ajansa FARSê ku nûçeya xwe dispêre aktivîstên medyayê yên nêzîkî koma Ceyşul ıslamê, serokê berê yê vê koma çekdar, Elûş 47 milyon dolar ji buçdeyê diziye lê ev agahî bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin.

Herwiha di nûçeyê de tê gotin, çavkaniyekê ragihandiye ku wî bi wan pereyan xwaringehel û navendeke bazirganiyê li Tirkiye û Erebistana Siûdî kirîne û tê gotin ku fermandarên Ceyşul Islamê bangî Elûşî kiriye ku pereyan vegerîne.

Koma Ceyşul Islam yek ji wan komên çekdar in ên di nav dijberiya Sûriyeyê de ne.

Başa dön tuşu