IraqNûçeRojhilatanavin

Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa wefat kir

Berdevkê Tevgera Goranê Şoreş Hacî ragihand ku Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa wefat kir.

Hacî di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku Newşîrwan Mistefa piştî vegera ji Ingîltereyê, çend rojan li mala xwe ya Silêmaniyê ma û serê vê sibehê koça dawî kir.

Hacî bal kişand ser nexweşiya wî û got: “Piştî ku ji ber nexweşiyê wextekî dirêj li ber xwe da seet 80.00ê vê sibehê Newşîrwan Mistefa koça dawî kir.”

Berdevkê Goranê herwiha destnîşan kir ku Mistefa bi awayekî veşartî vegeriyaye mala xwe ya Silêmaniyê û nehiştiye ku kes here seredana wî.

Mistefa li ser wesiyeta xwe dê sibe seet 10.00an de li Girê Zergete ku li cem mala wî ye bi merasimeke taybet were veşartin.

Parlamenterê Goranê Umer Hacî Înayet bo Ajansa Anadoluyê diyar kir ku  dê Mistefa sibe li Girê Zergete were bixakspartin.
Herwiha dê taziya wî jî li Hola Çayemeniyekan birêve biçe.

Mistefa yek ji damezrênerê sereke yê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistanê bû. Heta sala 2006an endamê polîtboruya YNKê bû.

Piştre Newşîrwan Mistefa ji nav refên YNKê veqetiya û di sala 2009ê de lîsta Goranê ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê çêkir. Wê lîsteyê di hilbijartinan de serkeftineke mezin bidest xist û bû xwedî 24 kursiyan

Newşîrwan Mistefa sala 1944an li Taxa Serşeqam (Berxaneqa) ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li Silêmaniyê bidawî kiriye.

Sala 1967ê li Fakuleteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bexdayê xwendina xwe berdewam kiriye û lîsans wergirtiye.

Di destpêka salên 1970an de çûye Awistiryayê û mastera xwe di Yasaya Navneteweyî li wî welatî bi dest xistiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu