IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Serokekî Heşda Eşîran: Fabrîqeya “çekên kîmyawî” ya DAIŞê heye

Serokê Heşda Eşîrên Hêtê şêx Neîm Ki’ûd duh ragihand ku wan dest daniye ser febrîqeyeke çekên kîmyawî ya DAIŞê, Cezîret El-Hêt a li rojavayê Bexdayê ji destê DAIŞê rizgar kiriye û 100 terorîstên DAIŞê kuştin.

Kiûûd ku yek ji şêxên mezin ê eşîra Bûnimirî ye ku li dijî DAIŞê şer dike, ragihand ku hêzên iraqî li herêma Hêtê bêtirî 3 fabrîqeyên taybet ji bo çêkirina bombeyan li gel embarên çekan dîtine.

Herwiha şêx ereb diyar kir, di nav wan fabrîqeyan de fabrîqeyeke tekûz û arastî heye ku madeyên klor û madeyên din ên jehrî li wan tê hilberandin. Ji aliyê din ve, Kiûûd derbarê encamên şerê li Navçeya Hêtê de jî axivî û diyar kir, bêtirî 100 endamên DAIŞê hatine kuştin û yên mayî jî ber bi deverên rojavayî yên di bin destê DAIŞê de reviyane.

Şêxê ereb di berdewamiya daxuyaniya xwe teqez kir ku hêzên iraqî Cezîret El-Hêtê bi temamî kontrol kiriye û niha teqemenî û bombeyan paqij dike.

Herwiha berî niha hêzên iraqî fabrîqeyên çekên kîmyawî li Enbarê û navenda wê Remadiyê jî dîtibûn ku ev tişt teqez dike, DAIŞ wan di çêkirina moşek û bombeyan de bi kar tîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu