Serokên BRICSê, ji bo avakirina saziya pilekirina krediyê li hev kirin
Di Zîrweya 8emîn a BRICSê ku li bajarê Goaya Hindistanê pêk hat de, welatên endam ji bo avakirina saziyeke pilekirina krediyê li hev kirin.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî, di axaftina xwe ya çarçoveya zîrweyê de ragihand ku welatên endam ên BRICSê ji bo ku saziyeke pilekirina krediye ava bikin li hev kirine. BRICS, wê saziya xwe ya pilekirina krediyê bi awayekî lezgîn wê têxe dewrê.
Narendra Modî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Herwiha welatên endam ên BRICSê ji bo avakirina toreke rêya hasinî û navendeke lêkolîna çandiniyê jî li hev kiriye.” Bajarê Goaya Hindistanê îsal di 15 û 16ê Cotmehê de mahzuvaniya Zîrweya 8emîn a BRICSê kir. Di zîrveyê de serokên Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn, Efrîqeya Bakur tevlî bûn û ji xeyrî mijara hevkariyê ekonomîk û ewlehiyê jî nirxandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)