BehreynCîhanEfxanîstanErebîstanFilistînÎranIraqLubnanNûçeRojhilatanavinSûriyeYemen

Serokên DAIŞ û El Qaîdê bi hev ketin!

Serokê El Qaîdê: Ebûbekir Bexdadî derwan dike û buxtanan davêje!

 Seroê rêxistina El Qaîdê dibêje, serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî buxtan li wî daye û gotiye, El Qaîde naxwaze DAIŞ êrişî şîeyan bike!
Serokê El Qaîdê Eymen Zewhirî, duh tomareke dengî belav kir û tê de bersiva serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî da.Eymen Zewahirî di wê tomarê de dibêje ku Ebûbekir Bexdadî buxtan li wî daye û gotiye, El Qaîde naxwaze DAIŞ êrişî şîeyan bike. Zewahirî bersiva Bexdadî dide û dibêje ku Bexdadî derewan dike çimkî wî ji DAIŞê xwastiye li şûna ku êrişî şîeyên sivîl bike êrişî şîeyên di nav artêşê de bike.

Serokê El Qaîdê her wiha daye zanîn ku Ebûbekir Bexdadî ew bi piştgirîkirina mesîhiyan tohmetbar kiriye. Zewahirî li ser vê yekê jî dibêje, min gotiye mesîhî dikarin di bin desthilata El Qaîdê de di warên çandinî û dirav û bazirganiyê de kar bikin lê emê bi qanûnên xwe bi wan re reftar bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu