IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

NY: DAIŞê êrişî sivîlên ku dixwazin ji Mûsilê derkevin dike

Berdevkê Komseriya Bilind a Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ravîna Şamdasanî ragihand ku DAIŞ êrişî sivîlên dixwazin ji Mûsilê derkevin, dike. Herwiha Şaêdasanî da zanîn ku di operasyonên hewayî ya koalîsyonê de sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane, hene.

Berdevkê NYê destnîşan kir ku DAIŞ hêj jî êrişî sivîlên ku ji herêmên di bin kontrola wan de dixwazin derkevin, dike. Hin agahiyên rast tên desten me ku DAIŞ êrişî sivîlên ku ji Mûsilê dixwazin derkevin dike û operasyonên hewayî ya koalisyona navneteweyî dibe sedema mirana sivîlan û wiha pê de çû:

“Çend kes mirine, çend kes birîndar bûne mirov nikare hejmara wan bide çimkî; DAIŞ xwe li malên sivîl û binesaziyan bicih kirine û sivîlan wek mertal bikartîne.”

Şamdasanî diyar kir ku bo jiyana 750 hezar sivîlên ku li herêmên di bin kontrola DAIŞê de ma ne bifikarin. DAIŞê amûrên nexweşxaneyên ku bidestxistine li mîlîtanên xwe belav dike û wan deran wek baregeha leşkeri bikartîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu