ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokkomar Rûhanî: Rêvebiriya giştalî ya qeyrana lehiyê li ser milê wezîrê karên hundir e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi raberkirina destûrkarekê bo Wezîrê Karên Hundir ê Îranê, got: Nabe ku rêzik û qanûnên biberbend û lihevalyayî bibin sebeba hêdîbûna hemî rêxistinan li qeyrana lehiyê.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê bi raberkirina destûrkarekê bo Wezîrê Karên Hundir ê Îranê, Ebdulriza Rehmanî Fezlî destnîşan kir: Rêvebiriya giştalî ya qeyrana lehiya vê dawiyê (Operasiyona pêşîlêgirtin, amadetî, lihembersekinîn, jinûve avedankirin, vegerandina şiyanê, hevahengî û parvekirina kar) li rêxistinên cihêner û hemî sazî û rêxistinên hevkar û bibandor li ser milê Wezîrê Karên Hundir ê Îranê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Hemî wezaretxane, rêxistin û enstîtûyên navxweyî, hezên leşkerî û Intizamî, rêxistinên dadwerî û gelemperî yên sivîl erkdar in ku hevkariyê bikin û destûrên deqîq û bernameyên ragihandî yên Wezîrê Karên Hundir ê Îranê cih bînin.

Rûhanî got: Plandarêştin divê bi awayekî be ku behre û sûda herî pirr ji hemî şiyana hêz û rêxistinên gelemperî yên sivîl were wergirtin û dîwansalarî û rêzk û berbend nebe sebeba hêdîbûna hevkariya wan di bûyera lehiyê da.

Ji ber barînên kêmdîtî di sê hefteyên dawî da û rabûna lehiyê li hin deverên Bakur, Rojava û Başûrê Îranê gellek ziyanên malî û canî çêbûne; Rêxistina Bijîşkiya Qanûnî ya Îranê ragihandiye ku 70 kes ji ber vê bûyerê canê xwe ji dest dane.

Başa dön tuşu