IraqNûçeRojhilatanavin

Ketina artêşa Iraqê nav bakûrê bajarê Mûsilê

hêzên artêşa Iraqê, sibeha roja yekşemiyê li operasyona azadkirina Mûsilê ji lepên koma terorîst a DAIŞ`ê, derbasî navçeya El Sade Beuyeze, yekemîn navçeya xelktêde ya li bakûrê bajarê Mûsilê bûn.

Di eynî demê de Ebdulemîr Reşîd Yarellah, qumandê operasyona Neynewayê, li daxuyaniyekê ragihand hêzên iraqî, gundê El Rezaqiye ya li mêhwera El Zabê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxistin.

Hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê jî bi azadkirina navçeya El Sehaciyê li 13 kîlometriya rojavayê Mûsilê, pêgehên xwe yên li vê navçeyê û navçeya El Edayê li rojavayê Mûsilê, bi cih kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu