Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

El-Meyadîn: Destdirêjiya siûdiyan li ser Yemenê bûye sebeba sêwîbûna bi hezaran zarokî

Li ser esasa ragihandina kanala têlêvîziyoniya Meyadînê, ji dema destdirêjiya Erebistanê li ser Yemenê zêdetir ji pêncî hezar zarokên yemenî dêbavên xwe ji dest dane.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Meyadînê ji Senaya paytexta Yemenê, ji dema destpêkirina êrîşên hevpeymaniya destdirêjkirên ereb bi serkirdayetiya Erebistana Siûdî li ser Yemenlê zêde ji pêncî hezar zarokên yemenî sêmî mane; Ev zarok yan aware bûne yan jî li navçeyê dorpêçbûyî dimînin.

Li gorî vê raporê, pirsgirêkên va zarokên sêwî ji ber dewama şêrr li Yemenê giran bûne û tevî lawaziya xizmetên tenduristiyê ev zarok her viha tûşî nexweşiyên kujer jî bûne.
Evdillah El-Hindî ku serokê navendeke piştgiriya ji zarokan li Yemenê ye, got: Dê û bavên van zarokan ji ber vê destdirêjiyê şehîd bûne û hejmareke zêde ya van sêwiyan hema wisa li mal û zeviyên xwe ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu