ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serokkomarê Îranê serdana Iraqê dike

Balyozê Îranê yê Iraqê Îrec Mescîdî ragehand, bendewarî hene ku demek kurt de serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî serdana Iraqê bike.

Mescîdî duh 20.02.2019ê ragehand, serdana serokkomarê Îranê ji bo rêkeftina li gel Iraqê nû bike ye.

Balyozê Îranê di merasîma rêz lê girtina çalakvanên merasîma çileya şîeyan a li parêzgeha Selahedînê de got, Îran li çarçoveya hemahengiya giştgîr de li gel welatê Iraqê rêheval û bira ye û giringiyeke taybet dide parêzgeha Selahedîn û bajarê Samerayê.

Herwaha got, dê şîrketên Îranê teşfîq bikin ji hemû aliyann ve li Iraqê berhemanînê bikin û xwedî çalaki bin. Daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kir derfetê bo karkirina şîrketên Îranê veke.

Başa dön tuşu