LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Bi sedan awareyên sûrî ji Libnanê vegerîyan welatê xwe

Bi dû başbûna rewşa ewlehîyê li Sûrîyê, dezgeha ewlehîyê ya Libnanê ragihand ku bi sedan awareyên sûrî bi dilê xwe ji Libnanê zivirîn Sûrîyê.

Dayra Giştî ya Ewlehîya Libnanê di daxûyanîyekê da ragihand: Bi hevdengîya digel Komsîyarîyaya Bilind a Penaberan a NY 779 awareyên sûrî ji sê derbasgehên sînorî yên Mesne, Ibûdîye û Zemranîyê zivirîn welatê xwe.

Dayra Giştî ya Ewlehîya Libnanê wekî berteka li hemberî angaşta vê dawîyê ya nunerê Sazîya Zêrevana Mafên Mirovan derheq zordayîna Bêyrûtê ser awareyên sûrî ji bo ku berî dema guncav bizvirin welatê xwe ragihand: Hîç zextek ser awareyên sûrî ji bo ku vegerin welatê xwe tineye û ew bi dilê xwe dizvirin welatê xwe.

Li gorî amara NY, ji ber şerê heftsalî li Sûrîyê, nêzî 7 milyon welatîyên sûrî aware bûne ku nêzî milyonek pênsid hezar awareyên sûrî li Libnanê ne.

Başa dön tuşu