Serokkomarê Iraqê: Em bi micidî bona xurtkirina peywedniyan bi Îranê re hewl didin
Serokomarê Iraqê destnîşan kir: Welatê wî bi micidî bona xurtkirina peywednî û hevkariyên aborî bi Komara Îslamî ya Îranê re hewl dide.
Li gorî rapora IRNA`yê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê duh yekşemiyê li twîtera xwe nivîsî: Peywendiyên dîrokî û kûr ên civakî û çandî, Îran û Iraqê bi hev re girê didin.
Serokomarê Iraqê her wiha got: Iraqê bi peywendiyên taybet ku bi welatên îslamî yên cînar û erebî re heye dê bibe mêhwereke bingehîn bona pêkanîna rêxistineke navçeyî li gor parastina hurmeta hakimiyeta neteweyî û hevdengiya aborî, Rêxistina ku dawiyê bide pevçûnên bêhûde û pûç li navçê.
Berhem Salih serokomarê Iraqê li sefera xwe ya navçeyî roja şemiyê seferaTêhranê kir û bi rêberê giranqed rê Inqilaba Îslamî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî, serokê parlemanê û wezîrê karên derve yê Îranê hevdîtin pêk anî û li bara meselên curbicur gotûbêj kir.
Serokomarê Iraqê beriya sefera Têhranê, sefera welatên Îmarat, Kuwet û Urdinê kiribû.