ÎranNûçeRojhilatanavin

Ger welatên Îslamî bi hev re bibin yek, dê civakeke mezin pêk bînin û riya bêtifaqiyê girê didin

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku welatên zordar riya pêkanîna bêtifaqiyê navbera misilmanan dişopînin û got: Ger welatên Îslamî bi hev re bibin yek, dê civakeke mezin pêk bînin û riya bêtifaqiyê girê didin.

 Elî Larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê îro duşemiyê li hevdîtina Feyaz Husêyn Paşdişa, sekreterê giştî yê partiya karkirên Bengladişê û nûnerê meclisa vî welatî got: Rawestana li ber terorîzmê û bêtifaqîçêkirina  emerîkiyan navbera misilmanan dilgiraniya Komara Îslamî ya Îranê ye.

Serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê fehmnekirina hevpar a  navbera welatên Îslamî li bara rola  emerîkiyan li berfirehkirina terorîzmê li navçê rexne kir û got: Niha tê dîtin ku  emerîkî qala  rawestana  li ber terorîzmê dikin li halekê ku  ger dîroka  pêkanîna  komên terorîstî bi hûrî û kûrî were hilkolandin, kivş dibe ku piraniya  liv û tevegrên  terorîstî bi alîkariya  Emerîkayê li navçê serê xwe girtine.

Larîcanî bal kişand ser rola kavilkir a Emerîkayê li navça rojava  Asiyayê û destnîşan kir: Îran mudaxileyên  leşkirî yên Emerîka û hin hevpeymanên wê li navçê û welatên mîna  Efxanistan, Iraq, Sûriye, Lîbya û Yemenê kavilkir û  hegerek ji bo berfirehkirina  terorîzmê dizane.

Serokê meclisa  Şêwra Îslamî ya Îranê her wiha  ji helwêsta  Bengladişê li bara Filistînê spasî kir û destnîşan kir: Kiryara  Emerîkayê derheq guhestina  balyozxana  wî bo Qudsê ji kiryarên  din ên  kavilkir ên  emerîkiayn e ku bêguman  divê welatên Îslamî li hember wê bertekê  nîşan bidin.

Feyaz Husêyn Paşdişa, sekreterê giştî yê partiya karkirên Bengladişê ji piştgiriyên  Îranê ji awareyên  Rîhîngiyayê li Miyanmarê spasî kir û got: Bi milyonan misilmanên miyanmarî berê xwe dane Bengladişê ku Komara Îslamî ya Îranê alîkariyên zav gîhandiye van  awareyan.

Feyaz Husêyn Paşdişa, sekreterê giştî yê partiya karkirên Bengladişê bal kişand ser mudaxila hêzên biyanî bi atybet Emerîkayê li meselênanvçeyî û got: Emerîka tim li karûbarên  navxweyî yên  welatên ereb mudaxile kiriye  lê Bengladişê tu carî ji hêla siyasî ve  piştgirî nedaye  kiryarên emerîkiyan.

Sekreterê giştî yê partiya karkirên Bengladişê bal kişand ser vê yekê ku welatê wî daxwazaberfirehkirina  peywendiyên  ticarî, aborî, siyasî û çandî bi Îranê re dike û got: Berfirehkirina  peywendiyên bi vî rengî  ji bo nêzîkkirina  her du welatan pêwîst e.

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu