Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li gotûbêja tev Sputnikê wek berteka li hember bûyerên vêdawiyê li bajarê Mûsilê got : Gorîbûna xelkê sivîl li Mûsilê karesateke însanî ye.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî wek berteka li hember hellahellayên vê dawiyê li bara kuştina bi dehan xelkê sivîl li beşa rojava Mûsilê got : Tawanbarkirina hêzên ewlehiyê weke berevaniya ji DAIŞ ye.
Parlemana Iraqê jî ser lêjkolîn û şopandina karesata kuştina zêde ji 200 welatiyan li beşa rojava Mûsilê tekez kir: Her kesê ku bi her awayî bibe sedema rojandina xwûîna xelkê sivîl ê Iraqê divê bikeve ber şopandina dadweriyê û li vê barê tu kesê, parêzbendiya wî tine.
Li enca,a êrişên hewayî ya hêêzn bi serkirdetiya Emerîkayê ser rojava Mûsilê, 230 xelkê sivîl ku piraniya wan jin û zarok in hatine kuştin.
Li gorî gotina xelkê Mûsilê, du êrişên hewayî li 13 û 17 n Adarê ser taxên xelknişîn ên rojava vî bajarî cih hatine.
Hevalbendiya emerîkî ya qaşo li dijî terorîzmê bûye weke makîneya kuştina xelkê û hêêzn artêşê li Sûriye û Iraqê û kiryarên wê pirsgirêkeke cidî li pêvajoya rawestana li ber terorîzmê çêkiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)